Însiyatîfa Nûn: Komployê bi dawî bikin

Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya rêber Ocalan, bi daxuyaniyekê banga dawîkirina komployê kir. 

Însiyatîfa Nûn di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:

“24 sal li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ku sembola azadiyê ye derbas dibe.

Em vê komployê şermezar dikin ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan binpê kir.

Komploger hewl didin projeya li herêmê ku demokratîkbûyîn ji xwe re kiriye bingeh, tune bikin.

Ji bo wê jî damezrînerê wê dîl girtin.”

Însiyatîfa Nûn bang li aliyên têkildar kir ku piştgiriya xwediyên dozên adil û mafên rewa bikin.

Û vê komployê bi dawî bikin.

Back to top button