Sefîrê Tirk ji Hewlêrê got: Em ê bikujin

Dewleta Tirk bi salane êrişî xaka Başûrê Kurdistanê dike û sivîlan dikuje.
Tevî vê yekê jî îdîa kir ku aramî û ewlehiya Iraqê ji bo wan meseleyeke bingehîn e.
Sefîrê Tirk li Iraqê ku xwediyê van îdîaya ne ji bajarê Kurdistanê Hewlêrê eşkere got,
“Ew ê çi kesê ku dilsoziyê bi PKK’ê re bikin bikujin.”

Bi balafiran xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Jin û zarokan dikujin.

Xwezayê wê wêran dikin.

Serweriya Başûr û Iraqê binpêdikin.

Û paşê radibin û dibêjin, parastina aramî û ewlehiyê armanca me a sereke ye.

Dewleta Tirk bi van gotinan hewl dide sûcê ku li dijî mirovahiyê dike veşêre.

Sefîrê Tirk ê Iraqê Alî Riza Guney doh li Hewlêrê bû.

Ew tevî hejmareke zêde ji polîsên xwe bi ala Tirkiyê li paytexta Başûrê Kurdistanê geriya.

Li kêleka wî jî rayedarên Eniya Turkmen hebûn.

Sefîrê Tirk li kuştina Nagîhan Akarsel mukir hat

Sefîrê Tirk Alî Riza Guney di civîna çapemeniyê de eşkere ragihand ku ew tevî rêveberiya Başûrê Kurdistan û Bexdayê hewl didin PKK’ê tine bikin û got;

Em ê ti carî guh nedin mijara sînoran û operasyonên xwe dewam bikin.

Sefîrê Tirk li wê yekê jî mukir hat ku rêvebera Akademiya Jîneolojî Nagîhan Akarsel ji aliyê wan ve hatiye kuştin û eşkere ev gef xwar:

“Her çi kesê nêzî PKK’ê be wê bibe armanca me.

Yanî sefîrê dewleta dagirker li nava bajarekî Kurdistanê bi hêsanî peyam da ku ew ê kuştina Kurdan dewam bike.

Ali Riza-Barzani serdar havuz

Alî Riza Guney ê gefa kuştinê li Kurdan xwar, ji aliyê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Bi salane li Başûrê Kurdistanê û taybet Herwlêrê, sefareta dewleta Tirk weke navendeke Mît’ê tevdigere.

Û ji vê navendê planên êrişa li dijî siyasetvanên Kurd tê birêvebirin.

Back to top button