Zanîngeha Rojava Zanîngeha Binghamton a li bajarê New Yorkê ji bo têkiliyên zanistî û akademîk peymanek îmze kirin.
Zanîngeha Rojava li ser malpera xwe ragihand ku ev peyman di çarçoveya xurtkirina têkiliyên zanistî û akademî li ser çend xalan de pêk hatiye.
Xalên peymanê jî wiha ne:
- Projeyên lêkolînî yên hevbeş.
- Pevguhertina weşan û raporên akademîk.
- Di rêbazên hînkirina nûjen û çêkirina semîneran de şarezayan bi hev re parve bikin.
- Organîzekirina sempozyûm, komxebat û konferansên hevbeş.
- Şandina xwendekaran di navbera her du zanîngehan de pêk bê.
- Çalakiyên din ên ku her du alî jê sûd bigirin.