Li Idlibê 13 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin

Li gundewarên Idlibê, 13 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di êrîşên çeteyên Tirkiyê de, hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi mûşekan êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê yên li gundê Dadîx li rojhilatê Idlibê kir.

Di encama vê êrîşê de, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku li gel firîna balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê, hêzên hikumeta Şamê deverên cuda li Cebel El- Zawiyê bi zêdeyî 225 mûşekan kir armanc.

Back to top button