Li Sûdanê Ji ber destwerdana leşkeran 5 xwepêşandêr hatin kuştin

Duh li gelek navendên Sûdanê dîsa bi deh hezaran kes li dijî darbeya leşkerî derketin. Li bajarê Um Derman ji ber destwerdana hêzên artêşê, 5 xwepêşanderan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

Li Sûdanê hêrsa gel a li dijî darbeya leşkerî kêm nabe.

Bi taybet piştî ku fermandarê artêşê Abdulfettah Burhan Serweriya Bilind ragihand, nerazîbûn zêdetir bûn.

Doh li gelek navendên welat, li ser banga desthilatdariya sivîl, bi deh hezaran kes beşdarî çalakiyan bûn.

Li bajarê Um Derman hêzên leşkerî bi tundî dest li xwepêşandanê werdan û li dijî gel gulle bikar anîn.

Komîteya Bijîşkên Sûdanê eşkere kir ku 4 kes ji ber êrişa leşkeran û yek jî ji ber bombeyên gazê jiyana xwe ji dest daye.

Tevî wan, gelek xwepêşander jî birîndar bûn.

Back to top button