Li Sêmalkayê 41 roj çalakî didome..hîna PDK’ê bêdeng e!

41 roj bênavber dayikên şehîdan li ber dergehê Sêmalkayê ne û ji PDK’ê daxwaza cenazeyên gerîlayên ku wan şehîd kirine, dikin. Heta niha ti helwest ji wan derneketiye û dayikên li wir jî dibêjin ew ê li wir bimînin heta ku cenazeyan webigirin.

Ji 5’ê Cotmehê ve li ber dergehê Sêmalkayê çalakiya konvedanê dewam dike.

Ev çalakî bi armanca wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûn, pêk tê.

Ji hingî ve ev çalakî tevî hebûna malbatên şehîdan, ji aliyê gelê herêmê ve tê dewrgirtin û rastî piştgiriyeke xurt tê.

Heta niha armanca çalakiyê û daxwazên van malbatên şehîdan bi cih nehatine.

PDK’ê tevî ku ew şehîd kirine, radestkirina cenazeyan jî qebûl nake û bangên van dayikan li wir heta niha bêbersiv in.

Back to top button