Artêşa Tirk li geliyê Ermûşê yê Xakurkê dest bi operasyonê kiriye

HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê dest bi operasyonê kiriye û li hin deveran şer qewimiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk 25’ê Mijdarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê dest bi operasyona dagirkeriyê kir.

Di vê operasyonê de di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şer qewimî.

Heman rojê balafir û helîkopterên artêşa dagirker qada operasyonê bombebaran kirin.

26’ê Mijdarê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker êrîş qada Saca ya herêma Zapê û qada Çemço û Karker bombebaran kirin.

Her weha balafirên artêşa Tirk geliyê Suredê yê herêma Qendîlê jî bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button