
Rûniştina 13’emîn a Doza Kobanê îro li Girtîgeha Sîncanê a Enqereyê hat dîtin.
Beriya rûniştinê Hevseroka Giştî a HDP’ê Pervîn Buldan ku li ber girtîgehê axivî, diyar kir ji ber doza komployê negihişt armanca xwe, desthilata tirk li dijî wan serî li komployên nû û girtinê dane û got:
“Ev doz ket, wê bikeve.”
Rûniştina 13’emîn a Doza Kobanê îro li Girtîgeha Sîncanê a bajarê Enqere yê Tirkiyê hat dîtin.
21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar ji ber êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê protesto kiribûn tên darizandin.
Beriya rûniştinê rêveber û parlamenterên HDP’ê, û gelek endamên sazî û rexistinan li ber girtîgehê li hev civiyan.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, li vir axivî û diyar kir bi doznameyeke ku bi hincetên siyasî hatiye amadekirin aktorên girîng ên dîroka siyasî ya kurd tên darizandin.
Pervîn Buldan destnîşan kir ev dozname li ser daxwaza Serokkomar û Serokê Giştî yê MHP’ê li qesrê hatiye amadekirin û got:
“Em baş dizanin ku desthilata tirkiyê, ji bo girtina HDP’ê wê têkiliya vê dozê bi Doza Girtina HDP’ê ve girê bidin.
Di dewamê de Pervînê diyar kir AKP-MHP ji bo desthilata xwe bidomînin Doza Kobanê ji xwe re kirin amûr û wiha got:
“Tevî ku hevalên me rastiyan yek bi yek derdixin holê jî ev ji aliyê dadgehê ve nayên qebûlkirin.. ”
Pervîn Buldan bi lêv kir ku ji ber doza komployê negihişt armanca xwe, desthilata tirk li dijî wan serî li komployên nû û girtinê dane û got:
“Ev doz ket, wê bikeve.
Encama vê dozê divê bibe dengê tevgera siyasî, daraz, edalet û wijdana Tirkiyê.”
Piştî Pervîn Bûldan nûnerên partiyan jî axivîn û peyamên berxwedan û têkoşînê dan.
Piştî axaftinan nûnerên partî, rêxistin û sendîkayan derbasî eywana rûniştinê bûn.
Sabahat Tuncel: Ev doz, doza parastina DAIŞ’ê ye
Di rûniştinê de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê ya berê Sebahat Tûncel axivî û bertek nîşanî sînordarkirina mafê parastina siyasetmedaran da.
Sebahat Tûncel da zanîn serokê dadgehê yê beriya niha endamê çeteyan derketiye û îşaret bi behiqûqiya darizandinê kir.
Sebahat Tûncel bal kişande ser sûcên di dema desthilata Erdogan de û wiha got:
“Wê rojekê desthilata siyasî jî were darizandin. Wan bi DAIŞ’rê tifaqî kirin. Ev doza doza parastina DAIŞ’ê ye.”
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyaniyên piştgiriyê hatin dayîn
Li aliyê din li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi mebesta Doza Kobanê daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji bo gelan û di hêla hiqûqî de tu rewabûneke vê dozê nîne.