TÎHV: Giliyên ji bo êşkencê derketiye asta herî bilind a 30 salê dawî

Bêedaletiya li Tirkiye, welat veguherandiye zindaneke servekirî.
Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ragihand ku serlêdanên ji ber êşkence û danûstandinên di nava 30 salên dawiyê de gihiştiye lûtkeyê.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) ya Navendên Dermankirin û Rehabîlîtasyonê rapora xweya li ser mijarê eşkere kir.

Li gorî raporê, di sala 2021’an de hejmara kesên ku ji ber êşkence û danûstandinên xerab serî li wan dane, gihiştiye lûtkeya 30 salên dawî.

Di raporê de hat ragihandin ku 2021’an 984 kesan bi hinceta li wan an jî xizmên wan êşkence û danûstandinên xerab hatiye kirin, serî li weqfê dane.

Hat diyarkirin ku di sala 2021’ê de ji kesên serî li wan dabûn 616 ji ber êşkenceyê bûn.

Hat destnîşankirin ku ev reqem di sala ku ji damezrandina weqfê ve daneyên herî zêde ye.

Li gorî raporê, ji 10 kesên 7 ji wan di dema xwepêşandan û binçavkirinê de êşkence li wan hatiye kirin.

Hat ragihandin ku ji serlêderan yê herî biçûk 5 salî û yê herî mezin jî 76 salî ye.

Back to top button