Jinên li Hindistanê ji ber nebûna avê rê girtin

Demsala havînê hat û li gelek cihan, ji bo krîza avê careke din xwedaye der.
Taybet li Hindistanê germahiya zêde, pêwistiya bi avê hîna zêdetir dike.
Ji ber kêmbûna avê, jinên li beşekî welat ji bo pêdiviyên rojane çend kîlometreyan dimeşin.
Herî dawî li dijî vê yekê jî li nava rê rûniştin û rê girtin.

Xwepêşanderek bi navê Şaşîkala got,

“Ev hemû jinên ku hûn li vir dibînin, rojane ji vê rêyê derbas dibin û du polên wiha li serê xwe dikin da ku avê bigirin.”

Hikûmet tankerên avê bikar tîne da ku hewcedariya avê ya şêniyên herêmê pêk bîne.

Herêm ji bo hewcedariya xwe ya avê pir bi baranên mûsonê ve girêdayî ye.

Barîna kêm an havînên dijwar bandorek xirab li hebûna avê ya li herêmê dike.

Li Eyaleta Rejasthanê germahiyê gihiştiye 48 pileyî av bi têrê nake

Li hinek herêmên welat pileya germahiyê gihiştiye 48’an.

Ev yek jî pêdiviya bi avê zêdetir dike.

Li eyaleta Rejasthan jî rewş hemane.

Back to top button