Partiyên siyasî ji bo nirxandina rewşa dawî û gefên êrişên li ser li ser herêmê û projeyên mêtîngeriyê yên bi armanca guhertina demografiya herêmê li hev civiyan.
Civîn bi amadebûna nûnerên partiyên Kurd, Ereb û Sûriyan ên Bakur û Rojhilatê Sûûriyê li Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiya Dîplomasî hate lidarxistin.
Di civînê de metirsiya projeya dewleta Tirk ya guhertina demografiya herêmê, gefên êrişên li ser herêmê û çawaniya derketina li hemberî vê yekê hatin nirxandin.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl derbarê rojeva civînê de ji televizyona me re axivî.