Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmekê Gerîlayê HPG’ê Çiya Serêkaniyê bibîranîn.
Gerîlayê Hêzên Parastina Gel-HPG’ê Elî Hacî (Çiya Serêkaniyê) di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk de li herêma Metîna ya Başûrê Kurdistanê, şehîd bû.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê bi merasîmeke xiyabî li goristana Şehîd Dijwar ew bibîranîn.
Bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de endamê Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Ziyab Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza berdewamiya riya şehîdan jî da.
Piştre wesîqeya Şehadetê hate xwendin û diyrarî malbatê hate kirin her wiha nameya ku ji hevalên xwe re hiştiye jî hate xwendin.
Di dawiyê de bavê şehîd Xalid Hacî axivî û soza şopandina riya kurê xwe da.