15 Hezar xwendekarên Efrînê bawernameyên xwe wergirtin

Zarokên Efrînê yên ku koçber û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li pêşiya îsrara wan ya xwendinê nebû asteng, piştî ezmûnên werza yekemîn bidawî kirin bawernameyên xwe wergirtin.

Şagirtinê Efrînê yên li Şehbayê tevî hemû zor û zehmeteyan xwendina xwe didomînin û werza destpêkê ya salê jî qedandin.

Bi vê armancê jî îro Komîteya Perwerdê ya Civaka Demoktatîk bawername li ser xwendekarên 67 dibistanên herêma Efrînê belav kirin.

Li gorî komîteyê 15 hezar xwendekarî ji astên seretayî, navîn û amadehî bawernameyên xwe wergirtine.

Şagirtên serkeftî jî ji aliyê mamosteyan ve hatin xelatkirin.

Ezmûnên serdema yekemîn di 23`yê Kanûna 2019`an de dest pê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button