HRE: li Şêrawa 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê li navçeya Şera û Şêrawa ya Efrînê li dijî baregeheke artêşa dewleta Tirk a dagirker 2 çalakî kirin û di encama çalakiyan de 2 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê derbarê encamên çalakiyan de daxuyaniyek da.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku hêzên wan 11’ê Çileyê li gundê Basûfanê yê navçeya Şerêwa baregeheke leşkerên artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Heman rojê Hêzên Rizgariyê li baregehek artêşa Tirk ya li gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê jî xistin, lê encamên vê çalakiyê nehat zanîn.

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku 11’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker bi obusan gundên Başemrê, Soxanekê, Tinnib, Malikiyê û Merenaz topbaran kirin. Hemwextî wê balafirên bê mirov Şêwarxa bombebaran kir.

Di encamê de topbaran û bomebaranê de ziyanên madî gihişt malên sivîlan.

Leave a Reply

Back to top button