Şandeya HDP’ê encama serdana xwe ya li Şengal û Mexmûrê bi raporekê eşkere kir

Şandeya HDP’ê ku serdana Şengal û Mexmûrê kiribûn têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk yên li dijî van herêman raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku hinek kes li ser navê MÎT’ê li welatiyan digerin, sîxûrtiyê lê ferz dikin û gefa kuştinê lê dixwin.

Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji Hevberdevka Têkiliyên Karên Derve û parlamenteran pêk dihat, di navbera 8-12’ê Sibatê serdana Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê kirin.

Şandeya HDP’ê têkildarî serdana xwe ya Şengal û Mexmûrê li ber deriyê Navenda Giştî ya partiya xwe daxuyaniyek dan.

Şandeyê ragihand ku wan derheqê êrişên hewayî yên li dijî herêmên navborî de raporek amadekiriye.

Rapor ji hêla parlamenter Mûrat Çepnî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin desthilata AKP’ê hem li hundir û hem jî li derve di polîtîkaya şer de israr dike û rê li ber kûrbûna aloziya herêmê vedike.

Şandeya HDP’ê bal kişand ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk yê di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de û got:

“Yek ji rastiyên herî balkêş ku şandeya me lê rasthatî ev bû; derket holê ku têkoşîna Tirkiyê ya li dijî DAIŞ’ê dereweke mezin e û hêzên navdewletî jî di mijareke wiha krîtîk de pir qels tevdigerin. Mixabin lê dewleta ku DAIŞ herî zêde hêzê jê digire, hêzê jê kom dike û amûrên lojîstîkî lê peyda dike, Tirkiye ye. ”

HDP’ê êrişên DAIŞ’ê yen li dijî Rojava, Şengal, Mexmûr bi bîr xist û got: “Xelkê Êzidî ji bo ku li ser vê xakê dîsa jiyana xwe birêxistin bike, vegeriya Lê niha jî li pêş çavê hemû dinyayê rastî êrişên hewayî yên Rejîma Erdogan tên.”

MÎT gefê li welatiyên Êzidî dixwe û sîxurtiyê li wan ferz dike

Di dewama rapora şandeya HDP’ê de têkildarî xebatên sixûrtiyê yê îstîxbarata Tirk MÎT’ê yên li Şengalê jî agahî hatin parvekirin û wiha hate gotin:

“Şêniyên Êzidî ku hin ji wan neçar dimînin û li kampên girêdayî PDK’ê de dimînin, ji derketina kampan têne astengkirin û ew bi siyasetek asîmîlasyonê re rûbirû tên hiştin.

Hate hînbûn ku li ser navê MÎT’ê bang li kesên hatiye kirin, sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin, ger vê yekê nekin dê bên qetilkirin. ”

HDP’ê anî ziman gelê Şengalê yê ku di bin bombe û dorpêçan de dijî, ji gelên Tirkiyê û hemû cîhanê piştgiriyê dixwaze.

Wargeha Mexmûrê di bin êriş û dorpêçeke giran de ye

Têkildarî êrişên Tirkiyê yên li Mexmûrê jî şandeyê di rapora xwe de ev tişt anî ziman:

“Ji sala 2018’an vir ve xelkê Mexmûrê nikarin biçin bajarên Herema Başûrê Kurdistanê û di bin dorpêçekî giran de ne.

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li wargehê dewam dike.

Hemû gel bi derfetên xwe ewlehiya xwe pêk tîne.

Wargeh di heman demê de rastî êrişên hewayî yên Tirkiyê tê.

Bi vê serdana xwe me careke din çavdêrî kir ku cihên ku weke “cihên terorê” ne tên bombebarankirin, cihên ku welatî lê dijînin.”

Back to top button