Li Idlibê bi topbarana hêzên hikumetê 9 kes hatin kuştin û 77 jî birîndar bûn

Hêzên Hikûmeta Şamê bi moşekan rojavayê Idlibê topbaran kir. Li gorî çavdêriya mafên mirovan a Sûrî, moşek li kampên koçberan ketine û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Hêzên hikûmeta Şamê bi zêdetirî 30 moşekan bê ser û ber êrişî 5 kampên penaberan yên li Rojavayê Idlibê kirin.

Hate ragihandin ku di encama êrişê de 9 kes hatin kuştin û 77 kes jî birîndar bûn.

Herwiha hêzên hikûmeta Şamê navendên çeteyan ên li başûrê Idlibê, rojavayî Helebê û gundewarê Hemayê jî da ber topan.

Li aliyê din jî çeteyên “Fetih El Mûbîn” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî nûqteyên hêzên hikumetê yên li bakurê rojavayê Hemayê, rojhilatê Idlibê û bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî 4 caran rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Back to top button