100 Saliya Lozanê li Mexmûrê bi daxuyaniyekê hate şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê 100 saliya Peymana Lozanê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên ji Derve yê Mexmûrê Bêwar Unver re hate dayîn.

Bêwar Unver di destpêka gotinên xwe de hemû hêz û dewletên ku îmzaya wan di bin peymana Lozanê de heye şermezar kir .

Bêwar bi bîr xist ku ku armanca peymana Lozanê tinekirina çand û zimanê Kurdan bû.

Bêwar got :”Bêguman di van sed salên derbaz bûyî de gelê Kurd ti caran ev peyman û qirkirina li ser nasname, hebûn, çand û zimanê xwe nas nekir.

Dema em li dirêjiya dîrokê temaşe bikin gelê Kurd di 50 saliya yekem de gelek serhildan pêşxistin. Di van 50 salên dawî de gelê Kurd têkoşîna azadiyê li hember vê qirkirinê dike.”

Bêwar di dawiyê de bang li gelê Kurd kir ku li dijî hemû peymanan têkoşîna xwe mezin bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ bi dawî bû.

“Em dikarin sedsala 21. bikin sedsala Kurdan”

Back to top button