Jinên Ereb diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armancgirtina jinên pêşeng nikare vîna wan bişikîne û teqez wê tola şehîdan hilînin
Cîgira Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Huda El Xalidî êrişên li dijî pêşengan taybet jî jinan şermezar kir û got:
“Ev êriş ji bo tirsandin û şikandina vîna me ye. Lê emê li ser xeta şehîdan bin û ti kes nikare vîna me bişikîne.”
Her wiha, rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrazorê Suha El Seîd jî
Diyar kir ku armanca êrişên dagirkeriya tirkiyê têkbirina vîna jinê û projeya Rêveberiya Xweser e.
Huda El Seîd teqez kir ku ewê li hember êrişan heta dawî têbikoşin.