Hizbullaha Libnanî ragihand ku wan erebeyeke leşkerî ya Israîlê teqand, di encamê de kuştî û birîndar hene. Israîl jî bi avêtina fûzeyan bersiv da vê êrîşê.
Hizbullah di daxuyaniya xwe de got ku ew îro di saet çar û 15 deqeyan de hêzên wan erebeyeke leşkerî Israîlî li ser riya Efîfîm kir armanc, erebe hat teqandin û di nav de kuştî û birîndar hene.
Berdevkê artêşa Israîlê ji aliyê xwe ve ragihand ku çend fûzeyên dij-panzêran li ser wargeha Efîfîm a dikeve bakurê Israîlê ketine.
Ev fûze baregeha leşkerî ya artêşa Israîlê û erebeyên leşkerî kirin armanc.
Artêşa Israîlê jî hin fûze avêtin bajaroka Marûn El-Ras û Bint Cibêl ên sînorî ku tê payîn ew jêdera fûzeyên li dijî artêşê hatiye avêtin.
Di encamê navbera herdu aliyên Libnanî û Israîlî li ber sînor bi fuzeyan êrîşî hev kirin û kuştî û birîndar hene.
Serokwezîrê Libnanê Seid El-Herîrî ji aliyê xwe ve bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike û aloziyê rûdayî rawestîne.
Îro jî Artêşa Libnanî ragihand ku droneke Îsraîlî derbasî asmanê welêt bû û madeyên şewatê bi ser daristanên sindiyanê li ser sînor de berda.
Di encamê de, agir bi daristanên herêmê ket.