Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî dizî û gendeliyê dewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê toreyek ji 7 kesan ku karên derveyî qanûn û exlaqê dikirin girtin.
Di daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn wiha hate gotin,
“Tore bi van kiryaran ziyaneke mezin a madî li saziyên QSD’ê kirine. Digel xisara madî, gelek zirarên exlaqî jî li ser bingeha bêçalakirina saziyên QSD’ê û dûrxistina gel ji van saziyan dane.”
Ev kesana beriya du rojan li gorî gunehên xwe ji hêla dadgehê ve hatin cezakirin.