Li Tirbespiyê ji bo şehîd Warşîn Egîd merasîmek xiyabî pêk hat

Şervana Hêzên Parastina Gel HPG’ê Hacer Mûsa bi nas nav Warşîn Egîd bi merasîmeke xiyabî hate bibîranîn.

Şervana HPG’ê Hacer Musa bi nas nav Warşîn Egîd di 23’yê Tîrmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ji bo şehîd warşîn merasîmek xiyabî pêk anîn.

Malbata şehîd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn. Merasîmê ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hate kirin

Her wiha di merasîmê de bavê şehîd Warşîn Mehmûd Mûsa axivî û got:

“Keça min rêya şehadetê hilbijart û bû şehîda welat û tevahiya gelên azadîxwaz.”

Mehmûd Mûsa soza berdewamkirina rêya şehîdan heta da.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Back to top button