KCK’ê: Pêngav ji bo Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng e

Konseya Rêveber ya KCK’ê ji bo Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir pêwîste ev pêngav bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ bê meşandin û wiha got, “Pêngava ku em ê di 12’ê Îlonê de dest pê bikin, bi qasî tevahiya Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî gelekî girîng e.

Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî pêngava ku wê 12’ê Îlonê de bê destpêkirin de jî bi taybet bal kişand li ser aliyê wê yê Rojavayê Kurdistanê.

KCK’ê diyar kir ku li Rojava pêngav wê bi dirûşmeya ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ bê meşandin û wiha got;

“Li gel dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava, dewleta Tirk a mêtinger û qirker gefê dixwe ku tevahiya Rojava dagir bike. Bi êrişên xwe yên bêdawî nîşan dide ku dixwaze Şoreşa Rojava hilweşîne. Şoreşa Rojava tenê bi berxwedana li dijî dagirkeriyê û bi têkoşîna li tevahiya Kurdistanê ya li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dikare bê parastin.”

KCK’ê diyar kir ku Şoreşa Rojava piştgiriyê ji hemû gelê Kurdistanê û hemû hêzên demokrasiyê, gelan, jin û ciwanan ên li tevahiya cîhanê destekê werdigire û wiha dewam kir;

“Hêza Şoreşa Rojava ya têkoşîna li dijî dagirkeriyê, ji karakterê xwe yê demokratîk ê civakîbûnê û piştgiriya mirovahiyê ya ji bo şoreşê tê. Gelê Rojavayê Kurdistanê dema ku bi xurtî tevlî vê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo bû, wê bibe xwedî hêza parastina şoreşê û dawî li dagirkeriyê bîne.”

KCK’ê da zanîn ku dagirker lawaz in; Şoreşgerên Rojava jî xurt in û lewma ti hêza leşkerî û siyasî wê nikaribe li pêşiya bidawîkirina dagirkeriyê bibe asteng û wiha bi dawî kir;

“Bi bidawîkirina dagirkeriyê re Şoreşa Rojava wê teqez bê parastin. Li ser vê bingehê Şoreşa Rojava ku qada azadiyê ya Rojhilata Navîn e, wê Sûriyê demokratîk bike û bibe çavkaniya bingehîn a demokratîkkirina Rojhilata Navîn.”

Back to top button