KCK’ê: Pêngava ‘Bese ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re dema azadiyê ye’ destpê dike

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir li dijî zext, êrîş û dagirkeriyê û ji bo jiyana azad û demokratîk biafirînin, ji 12’ê Îlonê û pê de li Kurdistanê û derveyî welat, bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ pêngaveke têkoşînê destpê dikin.
KCK’ê bang li Gelê Kurdistanê, jin, ciwan, hêzên demokrasiyê jî kir ku bi xurtî beşdarî pêngavê bibin.

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew di 12’ê Îlonê de li dijî êrîş û xeteriyan bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dema azadiyê ye’ pêngaveke têkoşînê didin destpê kirin.

KCK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand li ser şerê sêyemîn yê li Rojhilatanavîn û diyar kir, Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku sala 1991’ê bi dagirkirina Kûweytê û bi destwerdana leşkerî ya DYE’yê dest pê kir, 30 sal in dewam dike.

KCK‘ê got,

“Kurdistan jî navenda vî Şerê Cîhanê yê 3’emîn e. Kurd ji bo mîna dema piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn di nava sîstema mêtinger û qirker de nemînin divê gelekî bi hesas tevbigerin.”

KCK’ê destînşan kir ku Kurdan li her parçeyên Kurdistanê hin destketî bi dest xistine û derfetên xwe yên bidestxistina jiyana demokratîk û azad zêde kirine û wiha dewam kir;

“Lê belê berevajî dema Şerê Cîhanê yê 1’emîn gelê Kurd êdî xwedî hişmendiya neteweyî ye, xwedî siyaseta neteweya demokratîk e û li ser vê bingehê bûye civakeke rêxistinbûyî. Eger Kurd yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîneke bi bandor bidin, wê serketinên mezin pêk bînin.”

KCK’ê da zanîn dewleta Tirk tevî ku serkêşiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji aliyê hêzên cuda ve weke hêza esasî tê bikaranîn.

KCK‘ê got,

“Dema ku dijminatiya li azadî û demokraisyê ya dewleta Tirk bê têkbirin, wê li Kurdistanê Û Rojhilata Navîn azadîbûneke mezin pêk were.”

Konseya Rêveber ya KCK’ê da zanîn ji bo metirsî bên beralîkirin, ji bo jiyana azad û demokratîk bê afirandin, li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ di 12’ê Îlonê dest bi pêngava demokratîk şoreşger dikin û wiha got;

“Armanca vê pêngavê hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ye, ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê veguherandiye şerê taybet a li dijî gelê Kurd, li hundir û derve li dijî gelê Kurd û gelan zextên faşîst giran dike.”

KCK’ê diyar kir ku wê pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li hemû parçeyên Kurdistanê li gorî taybetmendiyên xwe yên xweser bê meşandin.

Li gorî vê yekê:

“Li Tirkiyê bi dirûşma ‘Bes e ji faşîzmê re, dem dema avakirina demokrasiyê ye, pêkanîna edaletê ye’ têkoşîn bê meşandin.

Li Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina Kurdistanê ye’ wê bê meşandin.

Li Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema parastina şoreşê ye’ bê meşandin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Bes e ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye’ bê meşandin.

Li derveyî welat bi dirûşma ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye, dema dawîanîna li qirkerî û dagirkeriyê ye’ bê meşandin.

KCK’ê diyar kir ku gerilayên Kurdistanê hêza sereke ya meşandina pêngavayê.

Her wiha KCK’ê bang li Gelê Kurdistanê, jin, ciwan, hêzên demokrasiyê û hemû hêzên siyasî kir ku di meşandina pêngavê de bi rola xwe rabin.

Back to top button