Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid, careke din ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî banga diyalogê kir.
Hemdan El Ebid, derbarê geşedanên siyasî yên li Rojhilatê Navîn û Sûriyê û helwesta Rêveberiya Xweser li hember wê ji ANHA’yê re nirxandin kir.
Hemdan El Ebid bal kişand ser hewldanên herêmî û erebî yên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re û got:
“Ev pêşketin dikevin berjewendiyên hikumeta Şamê û hêzên ku destê wan di aloziyê de heye. Û nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê. Hikumeta Şamê hewl dide welat vegerîne rewşa beriya tevgera gel a Sûriyê ya sala 2011’an.”
Têkildarî helwesta Rêveberiya Xweser El Ebid got: “Helwesta Rêveberiya Xweser a têkildarî aloziyê sabit e, alozî bi rêya diyalogên sûrî-sûrî çareser dibe, Rêveberiya Xweser jî her tim banga diyalogan dike. Lê hikumeta Şamê çareserkirina aloziyê asteng dike.”
Hemdan El Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser yekitiya gel û xaka Sûriyeyê parast û ji bo çareserkirina aloziya li Sûrî careke din banga diyalogê kir.