AKP’ê 3 şaredariyên din ên HDP’ê dagir kirin

Pêla desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê dewam e .
Hevşaredarên HDP’î yên navçeyên Gimgim û Kopê û bajarokê Lîzê yên Mûşê ku bi operasyonên qirkirina siyasî hatin binçavkirin, bi biryara Wezareta Karên Hundir ji kar hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin

Hevşaredara HDP’ê ya Gimgimê Ulku Karaaslan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û Hevşaredara Bajarokê Lîzê Dîlaver Keskîn ku doh li Mûşê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine” ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Li şûna hevşaredaran, qeyûm hatin bicihkirin.

Walîtiyê ragihand ku qeymeqamê Kopê Mehmet Îlîdî bûye qeyûmê şaredariyên Kop û Lîzê, qeymeqamê Gimgimê Ertûgrûl Avci jî bûye qeyûmê Şaredariya Gimgimê.

Dagirkirina şaredariyên HDP’ê
Heta niha li 31 şaredariyên HDP’î qeyûm hatin erkdarkirin

Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de HDP li 3 bajarên mezin, 5 bajar û 45 navçe û 12 bajarokan bi giştî 65 şaredarî bi dest xistibû.

Bi tayînkirina dawî re şaredariyên 3 bajarên mezin, 25 navçe û 3 bajarokan hatin desteserkirin.

Her wiha 19 hevşaredarên ku qeyûm li şûna wan hatin erkdarkirin, hatin girtin û 5 hevşardar jî hîn di bin çavan de ne.

Leave a Reply

Back to top button