Li Kampa Waşokanî perwerde hefteya bê dest pê dike

Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya şaxê Kantona Hesekê bi hevkariya Rêveberiya Xweser wê hefteya bê li Kampa Waşokanî dest bi projeya perwerdeyê bike.

Ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtirî 68 hezar xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par man.

Rêveberiya Perwerde û Fêrkirinê ya şaxê Kantona Hesekê bi hevkariya Rêveberiya Xweser ji bo zarokên Kampa Waşokanî perwerdeya xwe bidomînin, amadekariya vekirina dibistanan dike.

Rêveberê Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Waşokanî Mihemed Haco têkildarî mijarê axivî û got: “Niha li kampê hezar û 135 zarok hene, ji bo ev zarok perwerdehiya bidomînin me weke dibistan 11 kon amade kirine.”

Haco diyarkir ku ew ê destpêkê tenê ji bo xwendekarên qonaxa seretayî perwerdeyê bidin. Lê di demên pêş de ji bo xwendekarên qonaxa amadehî û navîn jî wê perwerde were dayîn.

Herwiha Mihemed Haco da zanîn ku ji bo kampê wan 50 mamoste diyarkirine û hefteya bê wê dest bi perwerdeyê bikin.

Leave a Reply

Back to top button