Meclisa Awûstûrya pêşnûmeya ku êrişên Tirkiyê radiwestîne qebûl kir

Parlamentoya Netewî ya Awûstûryayê pêşnûmeya qanûna ku daxwaza parastina gelê kurd ya li dijî êrişên tirkiyê yên li ser Başûr û Rojava dike qebûl kir.

Doh Partiyên li nava hikumet û muxalefetê ya Awûstûryayê pêşnûme qanûnek li dijî dagirkeriya tirkiyê dan parlamentoya xwe ya Neteweyî.

Ev pêşnûme doh di parlamentoya Netewî ya Awûstûryayê de hate nîqaşkirin.

Di nîqaşan de Parlamenterê Partiya Sosyaldemokrat a Awûstûryayê Katharina Kucharowits balkişand li ser polîtîkayên qirkirinê yê Tirkiyê û wezîrê karê derve yê Awûstûrya pirsî û got:

“Hûnê kengî êrişên qirkirinê yên li dijî kurdan bisekinin.”

Piştre jî parlamenter Reinhold Lopatka ji partiya OVP ku hevkarê desthilatêa Awûstûrya yê ye, daxwaz kir ku divê gelên kurd ji êrişên Tirkiyê bên parastin.

Her wiha ji partiya keskan jî Ewa Ernest balkişand li ser duruşma Jin Jiyan Azadî û got:

“Gelên kurd di bin vê dûrûşmê de têkoşîn dikin, ev rêxistinên xwedî vê hişmendiyê ye divê were parastin.”

Piştî axaftinên parlamenteran, dengdana li ser pêşnûmeyê dest pê kir.

Pêşnûme bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Di pêşnûmeyê de ev bangên sereke cih digirin:

  • Divê Hikumeta Federal, bi taybetî jî Wezareta Karên Derve ji bo dewleta Tirk li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigere, însiyatîfan wergire.
  • Divê Hikumeta Federal û Wezareta Karên Derve ji bo parastina gelên li bakurê Iraqê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê û binesazî bên parastin, bixebitin.
  • Divê Hikumeta Federal, Ewropa û civaka navneteweyî ji bo gelê sivîl ê li Sûriye, Iraq û Tirkiyê, bi taybetî ji bo gelê Kurd, desteka mirovî bide.
Back to top button