PYD nerazîbûn nîşanî êrişa li ser petkerê li Qamişlo da

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis xirabkirina peykerê bîranîna qurbaniyên komkujiya Sêfo yê li bajarê Qamişloyê şermezar kir.

Her wiha Meclisa Giştî ya PYDʹê jî bi daxuyaniyekê êrişa li ser peykerê qurbaniyên komkujiya Sêfo yê li Qamişloyê şermezar kir.

PYDʹê diyar kir ku kiryarên bi vî rengî ji aliyê dijberên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têne kirin.

PYDʹê banga hevgirtinê û parastina destekftiyan li pêkhateyên herêmê kir.

Meclisa Giştî ya PYDʹê bang li saziyên ewlekariyên yên Rêveberiya Xweser kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

Back to top button