Rêveberiya Koperatîfan li Tebqyê 20 baxçeyên sergirtî danî

Li herêmê projeyên ji bo xwe têrkirinê yên çandiniyê zêde dibe.
Rêveberiya Komperatîfan a Tebqayê li devera Ebû Qibê ya çandiniyê 20 baxçeyên sergirtî danîn.

Armanc ji vê gavê, ku pêwîstiya herêmê ya sebzeyan di zivistanê de peyda bike ji ber ku gelek cure li herêmê peyda nabin û anîna wê ji derveyî herêmê zehmet e.

Nexasim ku dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) herêm dorpêç kirine.

Rêveberiya Komperatîfan, li erdekî 15 donim 20 baxçeyên sergirtî danîne…

Ji van 20 baxçeyan, 10 baxçe ji bo bacanên sor, 6 ji bo xiyar, 2 ji bo bacanên reş, 2 ji bo îsot hatine veqetandin.

Cureyên cuda yên sebzeyan hatine çandin.

Di vê projeyê de 38 karker dixebitin.

Dirêjahiya her baxçeyekî 57 metre û firehiya wê jî 9 metre ye.

Baxçe bi rêya toreke dilop dilop tê avdan û pîvanek ji bo germahiyê şiliyê hatiye danîn.

Her wiha pergaleke germkirinê ku li ser kehrebeyê dixebite jî heye.

Li gorî endazyarê beşa çandiniyê û çavdêrê projeyê Ehmed El Himêdî, bi vê projê dixwazin pêwîstiya sûkan a sebzeyên havînê di zivistanê de bi cih bînin û derfetên kar ji bo gelek peyda bikin.

El Himêdî anî ziman, dibe hilberîna bacanên asor bigihêje 10 tonan, ya îsot û xiyarê bigihêje 6 heta 7 tonan.

Back to top button