Mark Rûtte: Sefîran gav bi şûn ve neavêtine

Serokwezîrê Hollanda Mark Rûtte, li ser krîza 10 sefîran a bi dewleta Tirk re bû sedemê aloziyan diyar kir ku sefîran gav bi şûn ve neavêtine.

Serokwezîrê Hollanda li Romayê di lûtkeya G20’an a roja Yekşemê de bi Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan re li ser mijara sefîran a bûye krîz axivî.

Ji ber ku 10 sefîrên welatan daxwaza berdana Osman Kavala kiribû, bûbû sedema krîzê.

Serokwezîrê Hollanda Rûtte, destnîşan kir ku sefrîran gav bi şûn ve neavêtine.

Rûtte got:

“Hollanda ji bo balê bikişîne ser biryara Dadeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), bibîra Erdogan xist.

Di wê hizêr de ne ku ne ku têkelî karê hundir bibin, bal dikişînin ser nirxên gerdûnî.

Siberojê jî bi domdarî em ê vê yekê bikin.

Ev jî parçeyek ji têkiliyên du alî ne.”

Back to top button