Tecrîda girankirî li dijî Rêber APO

Li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO bertek zêde dibin. Ji Belçîkayê parêzer Selma Benk-helîfa der barê şertên tecrîda giran û nêzîkatiyn CPT de axivî û got:” CPT li dijî dijhiqûqiyê bêdeng e, Rêber Ocalan ji bo kurdan hêviy e û divê demildest bê berdan”.

Rêber Abdullah Ocalan 23 sal e di bin tecrîdê de tê girtin û 20 mehe tu agahî jê nayê girtin.

Serlêdanên malbat û parêzeran ên li wezareta dadê û serdozgeriya komarê ya Bursayê tên redkirin.

Ji 22 welatî 350 parêzerî serî li wezareta dadê ya Tirkiyê da.

Parêzer Selma Bankhelîfa ya li Belçîkayê dijî, wê jî îmze avêtibû nameya serlêdanê der barê nêzîkariya CPT û têkildarî şertên tecrîda giran de axivî.

Selma benkhelîfa: CPT ‘î li dijî dijhiqûqiyê bedeng e

Selma da zanîn ku astengkirina hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re biryarek polîtîk e û got:

Em niha dibînin, ku Erdogan li hember Rêber Ocalan tûndiyek mezin pêk tîne.

CPT divê demildest rapora xwe amade bike. Divê Dadgeha Mafê Mirovan bikeve tevgerê. Lê mixabin tiştekî nakin.

Selma Benkhelîfa di dewama axavtina xwe de wiha anî ziman:

Nameya ku 350 parêzerî şand wezareta dadê ya Tirkiyê tenê ne daxwaznameyeke.

Ev nameyek rast bû.

Ji Ewropa 300 parêzer ji seranserê cîhanê 700 parlamenterî bi serlêdanên xwe gotin;

“em parêzerên Rêber Ocalan in û em dixwazin doz bê vekirin”.

Lê heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Tecrîd îşkence ye. Yek ji riya pêşîgirtina îşkencê hevdîtina parêzeran e.

Ji ber tecrubeyên berê yên CPT, tê zanîn ku CPT hinek tiştan vedişêre.

Selma Benkhelîfa: Rêber Ocalan ji bo Kurdan hêviye

Parêzer Selma Benkhelîfa destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji bo Kurdan hêviye û wiha bi lêv kir:

Rêber Ocalan hêviya Kurdan e. Dixwazin Kurdan bê hêvî bihêlin.

Ji ber Tirkiye endamê NATO’yê divê ji bo her tiştî daxwaza wan neyê erêkirin.

Divê em li her derê bang li dewletan bikin ku bikevin tevgerê.

Rêber Ocalan û jinên Kurd ji bo me hêvî ne. Xwişk û birayên me yên Kobanê, Şengalê hêviyê didin me.

Back to top button