”Li gorî hiqûq navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye”

Mamosteya Zanîngeha Silêmaniyê Roşna Cemal Mehmûd derbarê bi karanîna çekên kimyawî de ev nirxandin kir; Li gorî hiqûqa navnetewî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye, divê em li ber vê yekê rabin û mijaran çekên kîmyewî bixin rojeva navneteweyî.

Mamosteya Zanîngeha Silêmanî Roşna Cemal Mehmûd ku demeke dirêje li ser komkujiyan dixebite û têkildarî qirkirina Êzidiyan dozname amade dike, li ser bandora çekên kîmyewî ji ANF’ê re axivî.

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd destnîşan kir li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye.

Roşna da zanîn ku niha bi rengên pir cuda komkujî li ser gelê Kurd dewam dike.

”Divê bikaranîna çekên kîmyawî têkeve qada navnetewî”

Mamoste Roşna Cemal Mehmûd da zanîn dewleta Tirk Kurdan ‘terorîst’ dibîne û ji bo xwe rewa dibînin, çekên kîmyewî bi her rengî bikar bîne û wiha bi dawî kir:

“A girîng em bikarin vê rewşê bigihînin qada navneteweyî.

Her çendî li derve hinek kar li ser vê hatiye kirin, lê di qada navxwe de lewaz maye.

Divê em bi xwe rabin, li ser vê mijarê kar bikin û bigihînin qada navneteweyî.

Back to top button