Îro jî li herêmê merasîmên şehîdan hebû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameyên 2 şehîdan eşkere kirin. Li Qamişlo, Hesekê û Şedadê bi merasîmên cuda 7 şehîd hatin oxirkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişêa der barê şehdaeta 2 endamên xwe de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di roja 26’ê Mijdarê, her du hevalên me li gundewarê Dêrazorê di qezayek trafîkê de şehîd bûn..”
Hêzên Asayişê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandin riya şehîdan nû kir.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Navê şehîd: Mehmûd El-Xelef
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Emîne
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 26.1.2022
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.202
Navê şehîd: Bedran El-Xedban
Navê Bav: Kenaş
Navê Dayikê: Aliye
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Hesekê 16.06.2020
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 26.11.2022
Şêniyên bajarê Hesekê li goristana Ş. Dijwar merasîma oxirkirina 3 şervanên QSD’ê û her dû endamên Asayîşê li dar xistin..
Di merasîmê de, Endamê rêveber ê Hêzên Asayişê a Til Temirê Selman Nûhî axivî û soza berdewamiya riya şehîdan da.
Piştî axaftinan, wesîqetên şehadetê hatin xwendin û cenazeyên şehîdan di bin tilîliyên dayîkan de hatin oxirkirin.
Pêkhateyên Qamişlo cenazeyê şehîd Mahir El Muhsin oxir kirin
Pêkhateyên Qamişlo jî cenazeyê şehîd Mahir El Muhsin li goristana şehîd Delîl Saroxan bi merasîmkê oxir kirin.
Di merasîmê de, hevserokê Gerînendetiya Kar û Barên Koçberan a Herêma Cizîrê Fêroşah Remedan axivî û behsa rola şehîdan di parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.
Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd bi diruşmeyan hate oxirkirin.
Şêniyên Şedadê cenazeyê Mihemed El Hisên oxir kirin
Li navçeya Şedadê jî cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mihemed Elî Hisên li goristana şehîdan hate oxirkirin.
Li goristanê, kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.
Piştre, wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hatin kirin û şehîd hat spartin..



