Pêşmergeyên Dêrîn: Armanca dewleta Tirk tinekirina gelê Kurde

Pêşmergeyên Dêrîn yên Hewlêrê diyarkirin ku KCK’ê hertim helwesta xwe ya mirovî û şoreşgerî ji bo aştiyê nîşan daye, lê Tirkiye hertim dijî vê şer hilbijartiye. Pêşmergeyan gotin; “Armanca dewleta Tirk yên hemberî Gelê Kurd ne paqije, ji ber ku xewna wan tinekirina Gelê Kurde.”

Li ser banga KCK’ê Navenda Parastina gel NPG’ê biryara rawestandina êrişan dabû.

NPG’ê diyar kiribû ku heta dijmin êriş neke çalakî nayên li darxistin.

Tevî biryara rawestandina çalakiyan, dewleta Tirk a dagirker bi hemû hovîtiya xwe, êrişên xwe didomîne.

Derbarê mijarê de Pêşmergeyên Dêrîn ên Hewlêrê, ji Rojnews re axivîn.

Pêşmergeyê Dêrîn Goran Celal banga KCK’ê ya rawestandina êrişan bibîrxist û got: “Ev ne cara yekem e KCK pêşengtiyê ji aştiyê re dike, lê dewleta Tirk ti carî pêşwazî li van bangên aştiyane nekiriye û hertim şer hilbijartiye.

Pêşmergeyê Dêrîn ê bi navê Serbaz Ebdula jî li ser heman mijarê axivî.

Serbaz got, rawestandina çalakiyên leşkerî ji aliyê KCK’ê ve, helwesteke şoreşgerî ya ji bo aştiyê ye.

Lê dewleta Tirk vê daxwaza aştiyê red dike û şer hilbijartiye

Di dawiya axaftina xwe de jî Pêşmergeyê Dêrîn Serbaz dibêje; “Armanca dewleta Tirk a li hemberî Gelê Kurd ne paqij e, ji ber ku armanca dewleta Tirk tenê tinekirina gelê Kurd e.”

Back to top button