Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 93 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand in.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bê navber êrişî herêmê dike.
Di daxuyaniyê de HPG’ê ev agahî parve kirin:
“Di 13’ê de Adarê de Li herêma Zapê;
Dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî.
Hêzên me jî di encama xweparastinê de bersiv dan.
Arteşa tirk a dagirker 91 caran bi helîkopter, hawan, obus, tank û çekên giran qadên berxwedanê bombekirin