Di kemînekê hêzên Iranê de kolberek birîndar bû 3 jî hatin binçavkirin

Di encama kemîneke hêzên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Urmiyê de, kolberek birîndar bû.

Li gorî Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, çekdarên rêjîma Îranê gule li koma kolberan reşand û kolberê bi navê Selman Mehmûdiyan ku ji gundê Şikilava yê navçeya Mirgeverê ye, birîndar bû.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Urmiyê hat rakirin.

Her wiha 3 kolberên din jî hatin binçavkirin.

Li gorî bîlançoya navenda Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, ji destpêka salê û heta niha 104 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Back to top button