Li Efrînê çeteyan ciwanekî 17 salî ji gundê Qeregulê revand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, ciwanê bi navê Besêl Ehmed Henan ji gundê Qeregulê yê Bilbilê revand. Her wiha çeteyan daristanên li gundên navçeya Şera jî şewitandin û li Cindirêsê jî çeteyan mala şêniyekî bi 25 hezar dolarî firot.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku çeteyên dewleta Tirk beriya hefteyekê ciwanê Kurd Besêl Ehmed Henan ê 17 salî ji gundê Qeregulê yê navçeya Bilbilê revand.

Rêxistinê eşkere jî kir tevî ku Besêl ji beriya 5 salan li derveyî herêmê dijiya, çeteyan ew bi tawanên nerast li ser bendê qaşo yê kontrolê yê li gundê Tirindê ber bi cihekî nediyar ve revand.

Di 13’ê Tebaxê de jî, istîxbarata Tirkiyê 3 sivîlên Kurd ji gundê Termîşa yê navçeya Şiyê revand û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Çeteyan daristanên gundên Şera şewitandin

Li aliyekî din, talan û wêrana xwaza û dîroka Efrînê hîna didome.

Di vê çarçoveyê de, artêşa dewleta Tirk û çeteyên xwe agir bi daristana li gundê Îkîdamê û Umera yê Şerayê xist.

Li gorî heman rêxistinê, daristan bi temamî hatine şewitandin.

Her wiha çete darên li Çiyayê Hawar jî talan dikin.

Li gorî rêxistinê, çeteyan darên daristanên gundê Kobik û Gulîka yê Mabateyê dibirin.

Çeteyan malê şêniyekî li Cindirêsê bi 25 hezar dolarî firot

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê her wiha da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê malê şêniyekî resen desteser kir û bi 25 hezar dolarî firotin.

Rêxistinê diyar jî kir ku çete gefan li şêniyan dixwin da ji malên xwe derkevin..

Back to top button