Ji bo şehîd Qehreman Qamişlo merasîma sersaxiyê

Li Qamişlo û Hesekê konê sersaxiyê ji bo şervanên QSD’ê ku dema li ser erka xwe bûn şehîd bibûn hatin vedan.

Şervanê QSD Qehreman Qamişlo 4’ê Adarê dema erka bi cih dianî şehîd bû.

Duh jî cenazeyê Şehîd Qehreman Qamişlo ji aliyê şêniyên Qamişlo bi merasîmê hate oxirkirin.

Îro bi sedan şêniyên navçeya Amûdê û gundê wê sersaxî dan malbata şehîd.

Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:

“Em ê berxwedana xwe li ser xeta şehîdan mezintir bikin, ji bo ku em hêjayî tekoşîna şehîdên xwe bin.”

Rêheval û kurapê şehîd Qehreman, Hejar Îbrahîm jî soza da ku ewê çeka rêhevalê xwe û şehîd malbatê li erdê nehêle.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed hemewî re xwest

Şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî dan malbata şervanê QSD’ê Cûdî Welat ku di 4’ê vê Adarê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Di merasîmê de soza domandina têkoşînê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û heta bidestxistina serkeftinê hat dayîn.

Back to top button