Hemûdê Henîfî dîsa berê wî li tîrêjên rojê ye

Carnan dibe ku hin mirov di laşê xwe de asteng bin, lê ev nahêle ku hewildana mirov nebe.

Mînaka wê Hemûdê Henîfî ye bi xwe ciwanekî ji Kobanê ye, di 6 mehiya xwe de li pişt serê wî nexweşiyek çê dibe, ji ber wê hemûdê di herdû lingên xwe de asteng dibe.

Ji ber ku fizîka wî de pirsgirêk heye laşê wî biçûk xwya dike.

Her ku merasîma şehîdan hebe Hemûdê bi tevî astengiya xwe berê xwe dide û bi hestekî mezin li wire.

Bavê Hemûdê Adil Henîfî dibêje:

“Hestên Hemûdê yên welat parêzî pir cûda ne, hewil dide xwe ji tiştekî nehê le û bixwe her karî dike, alîkari ya nxwişk û birayên xwe jî qebûlnake.”

Hemûdê di van wêneyan de jî astengiya wî xwya dike, lê heya alîkariya me jî qebûlnekir û got:

“Astengî ne di laş de ye, astengiyek hebe di mêjiyê mirovan de ye.”

Hemûdê henîfî mînaka gelêşoreşger yê bakur û rojhilatê sûryê ye, li hember hemû cureyên êrişgef û topbaranan li berxwe dide.

Back to top button