Wezareta Parastinê ya Efxanistanê: 51 endamên Talîbanê hatin kuştin

Hikûmeta Efxansitanê ragihand ku di şerên duh ên bi Tevgera Talîbanê re 51 endamên tevgerê hatin kuştin.

Derbarê şerê duh ku navbera hêzên hikûmeta Efxansitanê û endamên Tevgera Talîbanê pêk hat, Wezareta Parastinê ya Efxanistinê agahî dan.

Li gorî Wezareta Parastinê li wîlayteya Qindiharê piştî ku endamên Talîbanê êrîş birin ser nuqteyên ewlehiyê yên girêdayî hêzên hikûmetê, şer li herêmê destpê kir.

Hat gotin ku hêzên hikûmetê bersiva êrîşa da û di şer de 51 ji endamên Talîbanê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê da zanîn ku endamên Talîbanê duh di heman wextî de êrîşî 5 deveran li bajarê Qindiharê kirin, ji aliyê xwe ve hêzên hikûmetê bi asîmanî û bejahî bersiva êrîşên Talîbanê da.

Şerê navbera herdu aliyan ser çend saetan dewam kir.

Berpirsên Efxanî: Di êrîşeke asîmanî ser Ergendabê 7 sivîl hatin kuştin

Berpirsên Efxanî jî ji ajansa France-Presse re eşkere kir ku di êrîşeke asîmanî ya hikûmetê ser herêma Ergendabê 7 sivîl ji heman malbatê hatin kuştin.

Hat gotin ku di dema armancgirtina balafirên hikûmetê tirimpêleke mayînkirî her heft sivîl ku nêzî wir bûn, hatin kuştin.

Talîban di paytexta rêjîma xwe ya berê de êrîşan didomîne

Hêjayî gotinê ye ku wîlayteta Qidiharê weke navenda Tevgera Talîbanê tê naskirin.

Di salên notî ya sedsala çûyî de, Tevgera Talîbanê gelek herêm li Efxanistanê kiribû destê xwe de û bajarê Qindiharê kiribû paytexta desthilata xwe.

Tevî ku niha bajarê Qindiharê bin serweriya hikûmeta Efxansitanê de ye, lê gelek deverên derdora wê bin destê Talîbanê de ne yan ku şer lê hene.

Back to top button