Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser gundên Efrîn û Şehbayê 2 sivîl birîndar bûn

Dîsa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên navçeya Şera û Şêrawa topbaran kir, 2 sivîl birîndar bû û leşekreke rejîma sûrî hat kuştin.

Nûçgehanê me raghand ku vê sibehê artêşa Tirk a dagirker gundên Aqîbê, Bênê, Ziyaretê yên naçveya Şêrawa

Û gundên Şewarxa, Malkiyê, Meranazê û Îrşadiyê yên navçeya Şera bi dijwarî topbara kirin.

Di encama topbaranê de şêniyê bi navê Mehmûd Sîdo Sîdo birîndar bû.

Li aliyekî din jî leşkerekî rejîma Sûrî hat kuştin.

Duh jî, di topbarana li ser gundê Kefer Nayayê de sivîlê bi navê Xalid Oso yê 42 salî di pişta xwe de birîndar bû.

Gundên Girê Spî jî para xwe ji êrîşan girt û nuqteyên rejîma Sûrî hatin aramncgirtin.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close