Dewleta Tirk a dagirker, hem li Tirkiye, him jî li Bakur û Rojhilatê Sûrî, DAIŞ xistiye tevgerê. Duh dewletê, berpirsê DAIŞ’ê yê Tirkiyê Halis Bayuncuk serbest berda.
Bayuncuk, ê di nava civaka Tirkî de weke Ebû Henzela dihat naskirin, ji Girtîgeha Sîlîvriyê serbest hat berdan.
Ebû Henzela di sala 2017’an de, bi fermana Dozgerê Komarê yê bajarê Sakaryayê hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.
Ev çete, bi sûcê “avakirin û birêvebirina rêxistina terorîst” dihat darizandin.
Dewleta Tirk, ne tenê DAIŞ’iyên li Tirkiyê, belê yên li Sûriyê jî, taybet li heremên li jêr dagirkeriya xwe, xistine tevgerê.
Beriya 2 rojan, dewleta Tirk çete û mîrên DAIŞ’ê (di bin navê Artêşa Niştimanî de) vegerandin Navçeya Silûk û navenda bajarê Girê Spî.