Idilb..Hêzên hikumetê Şamê bi dijwarî nuqteyên çeteyan topbaran kirin

Li Idilbê her diçe şer gur dibe, Îro Hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî nuqteyên çeteyên dagirkeriya Tirkiyê yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihad ku hêzên Hikumetê zêdetirî 120 top avêtin bajarokê Kensefra yê li Cebel El- Zawiyê yê li başûrê Idlibê.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê jî, nuqteyên hêzên hikumetê yên li Kefernibul ên li başûrê Idlibê topbaran kir.
https://hawarnews.com/kr/haber/hzn-hikumeta-sam-ciyay-zawiy-topbaran-kir-h37875.html

Li aliyê din, Çavdêriyê diyar kir ku beriya 4 rojan di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de li gundewarê rojhilatê Hemayê şerek dijwar derket.

Di encamê de 39 leşkerên hikumetê û 22 çete hatin kuştin.

Back to top button