HPG’ê: 3 leşker û 3 kontra hatin kuştin, cîhazekî Jammer hat rûxandin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-Starê li hêzên artêşa Tirk dan.
Di encama çalakiyan de 3 leşker û 3 kontra hatin kuştin.
Her wiha cîhazeke radarê yê Jammer hate rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla ên li dijî artêşa Tirk raya giştî agahdar kir.

Li gorî vê;

  • Li herêma Avaşînê

29’ê Hezîranê dagirkerên li derdora qada Werxelê bûn armanca lêdana çekên giran ên gerîlla.

30’ê Hezîranê komeke kontra ku alav ji leşkerên artêşa Tirk re dibirin, li nêzî gundê Nêrew bûn hedefa gerîlla.

Di çalakiyê de 3 kontra hatin kuştin.

Her wiha gerîlla çeka ferdî ya AK-47 li ser kontrayan rakirin.

1’ê Tîrmehê li qada Kokerê, hêzên artêşa Tirk ketin bin kontrla tîmên gerîlla ên gerok.

Gerîlla ji nêz ve li dagirkeran dan û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

  • Li herêma Zapê

1’ê Tîrmehê artêşa Tirk tevî 2 tank û 2 panzêran xwest ber bi herêma Çemço ve pêş bikeve.

Di encama destwerdana gerîlla, karwanê artêşa Tirk hat astengkirin û neçar man ji herêmê dûr bikeve.

  • Li herêma Metîna

1’ê Tîrmehê li qada Girê Cûdî hêzên artêşa Tirk ketin nava tevgerê.

Gerîlla di cih de bersiv dan û di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Her wiha cihazek Jammer ê radarê hat rûxandin.

Hêzên dagirker dema xwestin destwerdin qada çalakiyê, careke din bûn armanc gerîlla.

Li vir leşkereke din hat kuştin û cenazeyê wî ket destê gerîlla.

Heman rojê dîsa li Qada Girê Cûdî artêşa Tirk piştî êrişa bi teqemeniyan xwest pêşde were.

Lê di encama bersivdayîna gerîlla, hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî dan :

Di nava 24 saetên dawî de artêşa Tirk 19 caran bi balafiran, 26 caran bi helîkopteran û 11 caran bi çekên kîmyewî, Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.

Back to top button