Mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî ya li Girtîgeha Jinan a bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dihat girtin, serbest hat berdan.
Duh 10`ê Sibatê, seroka Komeleya Nûjîn û mamosteya zimanê kurdî Zara Mihemedî bi rêya hesabê xwe yê Instagramê peyamek da û got:
Dema ku ez berdam, agahiya malbata min, parêzer, hevalên min an jî tu endamên Nûjînê pê tune bû.
Binçavkirin û îşkencekirina min jî neheq û bêyî îradeya min bû.
Berdana min jî ne li ser daxwaza min bû.
Zara Mihemedî di dewama peyama xwe de wiha anî ziman:
Min daxwaza lêborîn/efûyê nekiriye. Baweriya min bi rêya min tê û heta dawiya jiyana xwe ez ê li ser ramanên xwe bim.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di destpêka sala 2020’an de bi bohaneya “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya neteweyî” 5 salan cezayê girtîgehê li Zara Mihemedî hatibû birîn.
Ji wê demê ve Zara Mihemedî li Girtîgeha Jinan a Sineyê dihat girtin.