Amara erdheja li Sûriyê her kêlî zêde dibe

Hejmara qurbaniyên erdheja li Sûriyê kêl bi kêlî zêde dibe.
Çavdêriya Sûriyê ragihand ku li hemû herêmên Sûriyê ji ber erdhejê 5 hezar û 189 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Hîn jî xebatên lêgerînê li herêmên hilweşiyayî dewam dikin.

Herî zêde li Sûriyê, ji ber erdhejê, parêzgehên Laziqiye, Tertûs, Hama, Helebê û Idlibê zirar dîtin.

Wisa di nava çend xulekan de xanî û avahiyên pirqat bi erdêre re duz bûn.

Ev bûbelata xwezayî felek bi serê gelê Sûriyê de anî.

Ji 6’ê sibatê û heta roja îro di her kêliyê de hejmara qurbaniyan û birîndaran zêde dibe.

Ev 6 roj in ku tîmên lêgerîn li herêmên hilweşiyayî hewl didin bi hemû derfertên xwe xelkê ji bin kevir û kavilan derxînin û wan rêzgar bikin.

Lê ji niha û şûn ve, êdî tenê qale rakirina cenazeyan tê kirin.

SOHR: Di erdheja li Sûriyê zêdetirî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR ragihand ku di erdheja li Sûrî 5 hezar û 189 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Çavdêriyê da zanîn ji wan 2 hezar û 49 kes ji herêmên hikûemtê û 3 hezar û 140 kes ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.

Her wiha 975 kesên ji Sûriyê jî heta niha di erdheja li Bakûrê Kurdistan ê de jiyana xwe ji dest dane.

Bi dehhezaran kesên ji erdhejê filitîne jî li kolan, pexçe û cihên giştî di nava vê serm û seqema zivistanê de roj û şevên xwe derbas dikin.

Hikûmeta Şamê ya ku ji roja erdhejî di riyên bejahî û hewayî ji dervî welat alîkariyan werdigire rewşa malbatên ku ji ber erdhejê zirar dîtin, paşguh dike.

Alîkariya ku ji bo Sûriyê hatine şandin jî gelek jê li şûna ku li mexduran were belavkirin, li bajarê Şamê li ber dukanan tê firotin.

Heta di vê rewşa zehmet û hewara Sûriyê jî hikûmeta Şamê û alîgirên wê dev ji dizîr û mijandina xwîna gelê Sûriyê bernedan.

Li aliyê herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de jî rewş xirabtir e.

Mexdurên erdhejê li vir jî ne ji dewleta Tirk û ne jî ji civaka navneteweyî alîkarî girtine û alîkariya ku ji rêveberiya xweser jî tê şandin, tê astenkirin.

Rêveberiya Xweser ji roja erdhejê karwanek ji sotemenî, madeyên xwarin û tenduristiyê hazir kir û şand herêmên li bakur Sûriyê.

Tevî ku 2 rojan ji aliyê dewleta Tirk hatibû redkirin, di roja 3’an de gihişt hin deverên wêranbûyî.

Back to top button