Di roja 6. a erdhejê de hîna bi hezaran welatî di bin kavilan de ne

Erdhej di roja 6’emîn de ye û hê jî bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.
Hêjamra kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane 21 hezar derbas kir.
Ji ber destwerdan û alîkarî nayê kirin, her kêlî kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest didin.

Erdhej di roja 6’emîn de ye û hê jî bi hezaran welatî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.

Tevî sir û seqema dijwar jî mexdûrên erdhejê hewl didin bi xwe birînên xwe bipêçin.

Piranî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê û alikariya mirovî ji aliyê dilxwazan û gelê Kurd ve tê kirin.

Mexdûrên erdhejê li dijî desthilata Tirk bi hêrs in û berteka gel her ku diçe zêde dibe.

Tevî vê yekê çapemeniya hawîz a Tirk berpirsyariya desthilatê nabîne.

Hikûmeta AKP-MHP’ê dest datînê ser alikariyan û wan ji bo endamên xwe belav dike

Her wiha Hikûmeta AKP-MHP’ê di alikariyê dayinê de jî ferq û cudahiyê dixe di navbera gel.

Welatiyê Taxa Xolto ya li quntarê Amanosan a Dîlokê ku ji erdhejê rizgar bûbûn, da zanîn alîkarî 4 roj piştî erdhejê hatine taxa wan; lê tenê li endamên AKP’ê tên belavkirin.

Her wiha alikariya ku ji bo mexdûrê erdhejê têne şandin jî Hikumeta AKP’ê wan desteser dikin û logoyên xwe datînin ser.

Çend saniyeyan biherikîne

Li Semsûrê cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin

Li Semsûrê jî hê jî alîkarî û piştevanî neçûye gelek gund û navçeyên wê

Gundiyan diyar kirin ku tu alîkarî negihîştiye gundên derdorê û gotin:

“Cenazeyên ji bin xirbeyan tên derxistin ji aliyê guran ve tê xwarin.”

Li Semsûrê kesên jiyana xwe ji dest dan ji 5 hezarî derbas kir û cenazeyên qurbaniyan bêyî ku were tomarkirin ji aliyê malbatên wan ve tên veşartin.

Li navenda erdhejê Mereşê gelek mirovên ku li benda alikariyê ne ji serma dimrin

Li navenda erdhejê Mereşê jî gelek mirovên ku bi rojan li benda alikariyê ne, ji ber sermaya dijwar canê xwe ji dest dan.

Li gundê Nergele yê Elbistanê Kutsiye Çakmak a ku dayik û birayê wê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane got:

“Di bin kavilan de min ji wan re got hinek din jî li ber xwe bidin lê makîneyên kar nehatin.”

Li gorî agahiyan li Mereşê zêdeyî 3 hezaran cenaze li gel hev hatin veşartin û hîna jî bi hezaran gor tên kolandin.

Li Amedê piştî 122 saetan ji binê kavilan jineke 55 salî hat xelaskirin

Li Amedê jî Piştî 122 saetan ji binê avahiyên hilweşiyayî jineke bi navê Maşallah Çîçek a 55 salî hat xelaskirin.

Gelê Amedê wezîrê dadê bekîr bozdag û şandeya li gel qewitand

Doh Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û parlamentera AKP’ê Oya Eronat serdana Amedê kirin.

Lê milet hatina wan şermezar kirin û gotin:

“Dewlet li vir nîne, hûn hatine çi, biqelin”

Li ser bertekan, şandeya Erdogan bê kû biçe cihê bûyeran vegeriyan cihê lê hatine.

Heta niha zêdeyî 21 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û 80 hezar kes jî birîndar in

Di encama erdheja Mereşê de ku bandor li 10 bajaran kir, li gorî rayedarên dewleta Tirk,

hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 21 hezar derbas kir û 80 hezar û 97 kes jî birîndar in

Back to top button