Çêkerê filmê “Ji bo azadiyê” Diyar Hiso: Qedexekirina film ji ber zextên siyasî bû

Rêgirtina li ber pêşandana filmê “Ji bo Azadiyê”, hişt ku gelek nerazîbûn û bertek derkevin. Çêker û alîkarê derhênerê vî filmî Diyar Hiso dibêje qedexekirina pêşandana film encama zexteke derve bû.

Îro 5 roj in li Silêmaniyê Festîvala Navdewletî ya 5. a filman dewam dike.

Biryar bû ku filmê Ji bo Azadiyê berî çend rojan hatiba pêşandan, lê belê rê nehat dayîn.

Vê jî rê li ber gelek nerazîbûnan vekir.

Çêker û alîkarê derhênerê vî filmî Diyar Hiso dibêje:”Organîzatorên fesîvalê ji destpêkê ve dîroka çêkirina film zanîbûn û li ser vê ti pirsgirêk tune bû.”

Diyar Hiso anî ziman ji ber zextên siyasî ev film hat qedexekirin.

Dawiyê Diyar Hiso banga eşkerekirina sedemên qedexekirinê li rêveberên festîvalê kir.

Back to top button