Fakulteya Şehîd Çiya Rûs 2 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirin

Îro Fakulteya cengê ya şehîd Çiya Rûs ya li gundê Mêlebiyê yê Hesekê 2 dewreyên perwerdê bi dawî kirin. Di merasîma derçûnê de gelek axavtin hatin kirin û soza tolhildanê hat nûkirin.

Fakulteya cengê ya şehîd Çiya Rûs a li gundê Mêlebiyê yê girêdayî Hesekê du dewre bi dawî kirin.

Dewreya xweser bi navê Şehîd Dilsoz Tirbespiyê û ya din bi navê şehîd Xebat Dêrik bûn.

Ji bo derçûna her du dewreyan şahiyek hat li darxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin despêkir.

Piştî turana leîkerî, ji fermandarên Erka Xweparastin ya jin Kurdistan Dêrik axivî û got:

“Li ser herêmê rojana êrişên pêk tên, her ku hevalekî me şehîd dibe soza me ya tolhildanê xurtir dibe.

Li ser navê Erka xweparastin Sîpan Qamişlo axivî û diyar kir ku perwerdeyên bi vî rengî serkeftinê bi xwe re tîne.

Piştre li ser navê malbata şehîd Xebat Dêrik birayê şehîd û li ser navê malbata şehîd Dilsoza Tirbespiyê dayika şehîd, derçûna perwerdê pîroz kirin.

Şervanên ku perwerdweya leşkerî, îdyoljîk û siyasî dîtin, kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku perwerde bi encam bû.

Back to top button