Lîderên ye ji bo piştevaniyek xurt bo Ukrayna li Kîevê ne

Lîderên YE ji bo piştevaniyeke xurt a bo Ukrayna li Kîevê kom bûne.
Kombûna ku weke “Lûtkeya Şer” tê binavkirin, wê ji bo cezayên nû li ser Rûsya û lezdana endamtiya Ukrayna ya nava YE bê kirin.
Di vê navberê de hikumeta Almanya biryara şandina tankên Leopard erê kir.

Li nava Ewropa şerê ku nêzî salekê ye dewam dike.

Ukrayna, li pêşberî Rûsya hewil dide parastinê bike.

Bi dirêjbûna şerê heyî re, rewş qet hêsan xuya nake.

Welatên Yekîtiya Ewropa jî rêya aborî û cezayên ser Rûsyayê, hewil didin şer bidawî bikin.

Divê çarçoveyê de, îro li paytexta Ukrayna Kîevê lûtkeyek berfireh pêk tê.

Lîderên yekîtiyê ji doh ve li ser rêya Ukraynayê ne.

Seroka Komîsyonê Ursulavon der Leyen, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û 15 komîsyonên Komîsyona YE li Kîevê ne.

Lûtke weke peyama welatên yekîtiyê ya xurt a bo Ukrayna tê binavkirin.

Ji bilî endametiya YE, rêveber wê piştgiriyê bidin endamtiya Kîevê ya NATOyê.

Li Kîevê dengê sîrenên êrişê hatin lêxistin

Di demekî ku rêveberan xwe ji bo civînê amade dikir de, dengê sîrenên ku dibe êrişeke asmanî pêk were, hatin lêdan.

Lê piştî sîrenan ajansan ragihandin ku ti êrişek hewayî yan moşekî pêk nehatiye.

Li gorî pisporan paketên cezayên YE li ser daxwazên Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ya hîn dijwartir ser Rûsyayê bê ferzkirin pir dure.

Zelensky û Von der Leyen ragihandibûn ku ew gihiştine têgihiştinekî girîng.

Li gorî daneyên fermî, alîkariya YE ya ji bo Ukraynayê ji destpêka şer ve gihiştiye nêzî 50 milyar euro (55 milyar dolar).

Almanya radestkirina leopar 1 bo Ukraynayê pejirand

Di vê navberê de, hikumeta Alman radestkirina tankên Leopard 1 ji depoyên pîşesaziyê bo Ukraynayê pejirand.

Li gor nûçeya rojnameya Sueddeutsche Zeitung ku xwe dispêre çavkaniyên hikûmetê, biryara radestkirinê hatiye dayîn.

Radestkirina tankên Leopard bo Ukraynayê dê di her kêliyê de gengaz be piştî ku tank di pîşesaziyê de werin tamîr kirin.

Hilberînerê çekan a Alman Rheinmetall û Flensburger Fahrzeugbau Gesellschaft (FFG), ku balê dikişîne ser nûjenkirina tankan.

Hilberînerên tankê dibêjin eger Kîevê bixwaze ew dikarin ji bo wan hilberînin.

Back to top button